Rojîn tû guhdarî bikê
Xemilê ji zêra zer bikê
Rojîn tû guhdarî bikê
Xemilê ji zêra zer bikê
Biriha ji çavan dûr bikê
Bisika tû dîsa şeh bikê
Biriha ji çavan dûr bikê
Bisika tû dîsa şeh bikê
Rojîn keça kurdî bixwîn
Avê ji wê birkê werîn
Rojîn keça kurdî bixwîn
Avê ji wê birkê werîn
Silav bikim tû wergerîn
Carek silava min werîn
Silav bikim tû wergerîn
Carek silava min werîn
Rojîn silava mi li te kir
Te jibîr kir û mi jibîr nekir
Rojîn silava mi li te kir
Te jibîr kir û mi jibîr nekir
Tîr û kevan te li min vekir
Bi wan herdû lêvên xwe î şekir
Tîr û kevan te li min vekir
Bi wan herdû lêvên te î şekir
Rengê gulê rengê te yê
Sitava sibê şewqa te ye
Rengê gulê rengê te yê
Sitava sibê şewqa te ye
Keça kurdî navê te ye
Jîna şêrîn çavê te ye
Keça kurdî navê te ye
Jîna şêrîn çavê te ye
Ez lawekî kurd şahirim
Welat bi xuîna xwe dikirim
Ez xortekî kurd şahirim
Welat bi xuîna xwe dikirim
Destê newêrek dibirim
Her ez li dijmin agirim
Destê newêrek dibirim
Her ez li dijmin agirim