Jiyan çiqas xweş e wek bêhna gulê
Jiyan çiqas reş e wek teniya sêlê
Dilo di jînê de hêviyên te neman
Dilo tu çêbûye ji bo kulan û xeman
Dilo tu çêbûye ji bo êşan û xeman
Dilo tu çêbûye ji bo derdan û xeman
Xweş e jiyan, pirr caran gul dibarin
Reş e jiyan, pirr caran derd dibarin
Dirêj e jiyan wek çiyayên bê serî
Kûr e jiyan wek deryayên bê binî
Jiyan li min wekî xewnan hat û çû
Wek sawîran li ber çavên min wenda bû
Cihê însanan di jînê de neman
Em dil jikestin ji kulan û xeman
Em dil jikestin ji êşan û xeman
Em dil jikestin ji derdan û xeman